Partiyên kurdan li hemberî girtina Demîrtaş nerazîbûn nîşan dan
Amed (Rûdaw) - Partiyên li Bakurê Kurdistanê yên li derveyî Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), li hemberî zindankirina Hevserokê HDPê Silhattin Demîrtaş û parlamenteran nerazîbûn nîşan dan. Partiyên Bakur diyar kirin ku ev operasyoneke siyasî ye û nayê qebûlkirin. Girtina hevserokên HDPê Silhedîn Demîrtaş, Figen Yuksekdag û parlamenterên din ên HDPê di nava partiyên li Bakurê Kurdistanê de rastê nerazîbûnê hat. Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) girtina hevserokên HDPê weke operasyoneke siyasî dinirxîne û bi bîr dixe ku di 1994an de jî li hemberî parlamenterên DEPê yên kurd heman operasyon pêk hatibû. PAK dibêje ev operasyon zirarê didin qada siyasî. Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Ozçelîk ji Rûdawê re wiha got: “EV tabloya ku duh pêr ji bo rêzdar Silhedîn Demîrtaş û parlamenteran li ber çavan bû, di 93an de jî li hemberî parlamenterên DEPê çêbû. Ew parlamenterên DEPê hatin zindankirin. Piştre çi çêbû. Ew derketin, hemû bûn parlamenter û şaredar. Dewlet tirk di riya xelet de ye.” PDK Bakur jî dide zanîn ku girtina parlamenterên HDPê li dijî demokrasiyê ye û ev yek dê destê aliyên ku tundiyê diparêzin xurtir bike. Serokê Giştî yê PDK Bakur Sertaç Bucak jî wiha got: “Girtina hevserokên HDPê û parlamenteran ji aliyê me ve nayê qebûlkirin. Ji ber ku ew hatine hilbijartin û meşrûiyeteke wan heye.” Li gorî Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) jî dibêjin îro HDP lê sibê dibe ku dor bê partiyên li derveyî HDPê jî. Ew bang li hikûmetê dikin ku di şûna kûrkirina krîzê de siyaseteke maqûl bimeşînin. Alîkarê Serokê Giştî yê PSKê Bayram Bozyel jî wiha axivî: “Dikare roj were dora me jî lê em dizanin ku ev ne çareserî ye. Ev ji bo Tirkiyeyê jî xeter e. Bi rastî ger rojekî Tirkiye rastê xetereyeke mezin bê û belavbûnê bê, ew sebeba wî AKP bixwe ye ne partiyên Kurdistanê ne.” Li gorî piraniya partiyên li derveyî HDPê yên li Bakur heta PKK çekan bêdeng neke û dewlet jî polîtîkaya înkara kurdan bidomîne dê pêşiya siyasetê venebe û ev yek dê herî zêde zirarê bide xelkê.